Browsing: Kurd

Em ê çi bikin, biwêrin kîjan lingê xwe yê belengaz nêzî wê bikin? Bi çi hêzî, bi kîjan xeml û xêzî bêjin; ”gîzmeya kurd û ezîz, gîzmeya me ya li muzeya rûsan xeyda, em hatin!”

Em vê kurdîtiyê red dikin, vê kurdîtiya kurdkuj, otototolîter, otokolonyalîst û otoasîmîlasyonîst. Em her cûreyên kurdîtiya kurdkuj, despêkê di kesayeta xwe de red dikin û bi berdewamî li her derî.